Europäische Institut für Menschenrechte - Prof. Dr. Dr. Ümit Yazıcıoğlu -

Ji bo bibîranîna General Mela Mustafa Barzanî

Prof. Dr. Dr. Ümit Yazıcıoğlu

Rehmetî (Melle) Mistefa Barzanî, di 14ê Adara 1903an de li Kurdistanê, li devera Barzan hate dinê.  Di 1ê Adar a 1979an de li Washington D.C gihişt dar-I bekayê, lê bîranînên, mêrxasiyê wî li gel me her zindî û herdemî ye. Ez dixwazim her dem zayina vê şexsiyeta berz bibîr bînim, ne wefata wî. Ji ber ku em Kurd, di cîhanek bê Wî, bêyî ku em li jiyabin jî, hezim nakin. Ji ber ku em mirînê layiqî Wî nabînin. Lê, ev qeder e… Emr ê Xwedê ye, Zagon a ilahî ye… Her zindî mirinê tam dike, em nikarin rê li ber mirina hezkiriyên xwe yên herî binirx jî bigrin.

Mezintirîn mirov, rehet raz e. Çavên te bere li pişt te nemînin… Te erk a bi awayek herî baş ji bo me pêkanî. Ji bo Kurdekî, gelê wî, zarokên wî mirasek ji y ate biqedrtir dikare bête hêlan? Cîhê tu lê bibe Nur, mekanê te bihuşt be. Wekî te diyarkirî, Ez bi xwe ji şer hez nakim. Ji ber ku şer, rêya herî xerab a çareseriya pirsgîrêkan e.

Mezintirîn pêşengê Kurd, dema mafê çareseriya gelê Kurd hat, dibe ku ne hefteya, ne meha bêt be, lê gelek nêzîk e. Di roja me ya îroyîn de, bi awayek siyasî xweser, wekî herêmek federal di qada navneteweyî de nasîn tenê herêma desthilata Kurdistanê ya Iraqê ye. Girêdayî wê di bin Serokatiya Serokê hêja Mesut Barzanî de, hikumeta Kurdistanê jî divê hemû rêyên diplomasî û dadî bikarbîne û bi serîlêxistina Neteweyên Yekbûyî di rêya zagonî û dadwerî de, vîn a gelê Kurd ji bo Serxwebûnê derbasî jiyanê bike, ji ber ku pirsa Kurdan li Iraqê pirsa statu û desthilatiyê. Li gor min, Tirkiye jî divê vê pêvajoyê bipejîrîne. Her di vê rêyê de ji bo bihêzbûna pêvajoya serxwebûna Kurdistana Iraqê, tiştê ji dest tê, bike. Ev yek zerarê nade Tirkiyeyê, berovajî di sûd a Tirkiye de ye. Pirsa Kurd pirsek navneteweyî ye û dikare li ser mêza navneteweyî bête çareserkirin.

Pêwendiyên nêzîk ên siyasî û diplomasî ku di navbeyna Desthilata Xweser a Herêmî ya Kurdistana Iraqê û Tirkiyê de de van salên dawî de hatin lidarxistin, li welatê me jî dikarin di rêya çareseriyê de bibin alîkar. Di van rojên, ku Rojhilata Navîn şiklek nû digre de, ji bo ewleyî û aştiya herêmî têkiliyên navbeyna Tirkiye û Desthilata Herêma Kurdistanê girîngiyek xwe ya mezin heye û ger ev pêwendî bi awayek serkeftî bên domandin, bi destdan a hevûdu hem Tirkiye û hem Kurdistan dikarin bibin hêzên mezin ên navneteweyî, ev baweriya min e.

***

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, rojava û  bakurê Îranê, bi hevkariya Yekîtiya Sowyet – Brîtanya bi egerên ewleyiyê hatin dagîrkirin. Li Rojhilata Kurdistanê, ku beşek mezin di bin kontrola Sowyetê de bû, bi piştgiriya Moskow di 22ê Çile 1946an de, di dîroka de yekem dewleta kurdî Komara Kurdistan a Mahabadê hate damezrandin. Rehmetî Qadî Mihemed yekem Serokomar bû. Di dawiya şer de, piştî lihevhatina petrolê di navbeyna Îran Û Sowyetê û helwêstên durû Moskowê alîkariya xwe ji bo Komara Kurdistanê ya Mahabadê rawestand û di meha Berçile ya 1946an de Komar hilweşiya. Di vê nivîsa xwe de, hem ji bibîranîna rehmetî Mistefa Barzanî, hem ji bo hevdîtina Wî ya dawî li gel merhum Qadî Mihemed di 16ê Mijdar a 1946an de, wekî ku Wî ji Serok Mesud Barzanî re gotiye, dixwazim bi we re parvebikim.

“Ez çûm gel Qadî Mihemed. Min xwest bizanim daxwaza wî çi ye. Gote min, jib o ku xwîna xelkê Mehabadê neyête rijandin, ew dê xwe feda bike. Got, ku dê xwe radestî Artêşa Îranê bike. Weha dom kir, min çend kes hinartin gel general Humayuni, ku li Meyanduab e, min ez daxwaza xwe gihand wî. Gava ev gotin digotin rundik ji çavên wî dihatin xwarê. Gotinên xwe weha domandin, ji derveyî civata xwe bere baweriya te bi kesî neyê! Ji ber ku wan kesê soz a hevkariyê dabûn min, hemûyan pişta xwe dan min. Jib o ku hevkariya xwe li gel Artêşa Iranê diyarbikin, ketin pêşbirkê de! Ez vê şîretê li te dikim baweriya xwe zêde bi serokeşîran neyîne, gava fersend ketî destê wan, dê xerabiya te bikin. Tikaya min ji te, di demek nêz de ji Mehabadê derkevin û yekser nekevin şer li gel Artêşa Îranê.

Paşî ji min pirsî, ez dixwazim çi bikim. Min got, em dê malbat û hêzên xwe li herêmên Şino û Mergever kom bikin. Heta biharê jî, heta ji me hatî em dê bi Artêşa Îranê re nekevin şer. Em dê hewl bidin, ku hikumeta Iraqê Efûyek Giştî jib o malbatên me derbixe. Gere v yek jî nebe, bi malbatên xwe re ber bi Sowyetê ve em dê bidin rê. Piştre min xwest, ku ji Mehabadê derbikeve û li gel me were. Min soz a şerefê da, em wî biparêzin, ku ez dê xwe ê hemû kesên li gel xwe jib o parastina wî xwe feda bikin. Min got: Tu nîşan a gelê Kurd î, jib o vê dive tu li gel me were. Dîl ketina yekem Serokê me, bi destê dijmin ji me re zehmet tê.

Qadî Mihemed ji cîhê xwe rabû, rundik ji şavên wî dihatin, ez maç kirim û got: Ji Xwedê daxwazkarim ku te biparêze û serbixe. Dibe ku jiyana min bibe fedayê hevwelatiyên min, dibe ku rê li ber xerabiyên bên sere wan bigre. Ew tadeya li wan dibe, kêmtir bike. Ev gotin anîn ziman û ji paşla xwe Ala Kurdistanê derxist û da destê min. Ji min re got: Ev sembola Kurdistanê ye, ez wekî emanet didim destê te. Ji ber ku ez bawer im, kes ê ku herî zêde xwedî lê derbikeve tû yî.

Di rewşek weha giran û diltezîn de min xatirê xwe jê xwest û derketim. Me ber bi Nexada ve da rê (ji bo zanyariyê zêdetir, Mesud Barzanî “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Neteweyî ya Kurd” weşanên Doz, çapa 3emîn, r.196-197)

***

Li ser dawî rûdanan çendîn dîtinan bînim ziman.

Al: nîşana dewlet û neteweyan e. Al nîşana cudahî û cewaziyên her neteweyek û dewletê ye, nunerê serxwebûna wan e. Ala me ya Kurdistanê jî, di nav Civata Navneteweyî de nîşan û sembola me ye.

Serokomarê hêja Recep Tayyib Erdogan bi Serokê hêja Mesud Barzanî re civiya. Di belafîrgeha Ataturk a Stenbolê de, Ala Kurdistanê hilkêşa esman. Di her hatina Birêz Barzanî de, bi vê pêngava diplomatik hatiye pêşewazîkirin. Ala Kurd û Ala Tirk li gel hevûdu hatin pêldan. Ev li gor pîvanên diplomasiyê ye. Tiştekî, ku aciziyê bide nî ne.

Ala Kurdistan; hate pêldan. Em li vê dinerin.

Yên ku ji dostaniya Kurdan û Tirkan hez nakin, têk çûn, şêt bûn, niha ev têrî wan dike. Ala Rengîn, çend xweşik li gel Ala Tirk pêl da bû. Şukir ji van rojan re ya Rab.

Menalê Kurd,

Yên ku li ser te û welatê te biryarê didin baş nasbike. Di rêzgirtinê ji Kurd ê din re bê xeletî, ger ew rêzê li te negire jî, ji bo çareseriya pirsên gelê xwe li ber xwe bide, têbikoşe…

Werger ji Tirkî: Cemal Batun

Empfehlen Sie diese Seite auf:

Druckversion | Sitemap
{{custom_footer}}